Gelê Efrînê bersiva pêwîst da dagirkeriyê

0
42

Nûnerên rêxistin û partiyên siyasî yên kantona Efrînê diyar kirin ku Tirkiye bi piştgiriya bi komên çete re sedemê yekemîn yê aloziya Sûriyê ye û dan zanîn ku gelê Efrîn û Şehbahê bersiva pêwîst dan dagirkeriya Tirk. Nûnerên partiyan ji bo yekîtiya netewî jî gotin; “Ji bo avakirina yekîtiya netewî divê hemû partî û rêxistinên kurd bibin xwedî roleke mezin “

Xebat û hevdîtinên derbarê yekîtiya netewî ya kurdan û her wiha gef û amadekariyên dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk dewam dikin.
Nûnerên rêxistin û partiyên siyasî yên kantona Efrînê bal kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Efrînê û tevahiya rojava û bakurê Sûriyê û anîn ziman ku Tirkiye ku sedemê bingehîn yê aloziya Sûriyê vê fitne û fesadiya xwe berdewam dike. Nûneran got; “pêkhateyên gelê Efrîn û Şehba yê di meşa mezin de bersiva pêwîst dan dewleta Tirk”
Her wiha nûneran bal kişandin li ser girîngiya xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û diyar kirin ku hin hêzên kurd di paşperdeyê de hewldidin vê gava pîroz asteng bikin û lîstokên qirêj dilîzin. Nûneran got; “Divê rewşa hestyar û hessas de divê ji bo avakirina yekîtiya netewî hemû partî û rêxistinên kurd bibin xwedî roleke mezin.”
KURD NEÇARIN
BIBIN YEK
Derbarê mijarê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Damokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê “PDPKS” Kamûran Hesen diyar kir ku ew bang û xebatên KNK’ê yên ji bo yekîtiya netewî girîng dibînin û wiha axivî: “Em weke gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî nazik û hestiyar re derbas dibin. Ev nazikbûna rewşê Kurdan hewceyî berhevhatinê dike. Ji ber vê yekê em vê banga KNK ya kongreyeke neteweyî erênî dibînin. Em ji her kesê hêvî dikin ku bi ruhekî neteweyî derveyî berjewendiyên teng ên partiyan beşdarî nava van xebatan bibe. Derbarê helwesta ENKS de jî Hesen got: “Ne ji mafê ti kesî ye ji ber hinek daxwazên siyasî û berjewendiyên partîtî vê komxebatê asteng bike.”
EFRÎN GOKA JI AGIR E
Derbarê êrîşên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê yên bi ser Kantona Efrînê û herêmên Şehba Hesen bibîr xist ku yek ji sedemên bingehîn ya şer û aloziya Sûriyê dewleta Tirk e û wiha dewam kir; “Çiqas rêxistinên teror û selefî hene hemû bi destê Tirkiyê hatin Sûriyê. Dewleta tirk baş dizane ku Kantona Efrînê bi taybetmendiyên xwe yên jeosiyasî kilîta Kurdistanê ye. Ji bo dagirkirina Efrînê jî bi Rûsya û Îranê re ketiye nava bazarê. Eger Tikriyê were û bêfêmiyekê bike wê rastî berxwedana gelên Efrînê ya dîrokî were. Ji ber ku Efrîn goka ji agire, kî nêzî wê bibe dê bişewite.”
MEŞ BANGA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BÛ
Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Bakurê Sûriyê Cemol Elo jî diyar kir ku pirsgirkêka Tirkiyê ew e ku nehê le ku Kurd li Sûriyê bibin xwedî statu û wiha axivî; “Welatên herêmî ku di serî de tirkiye tê, zerara herî mezin dane Sûriyê. Derdê Tirkiyê ne doza gelên Sûriyê ye. Xema wê têkbirina statuya Kurdan ne. Niha jî hewldide êrîş Efrînê bike. Li hemberî van êrîşên Tirkiyê gelê Efrînê û Şehbayê di meşa mezin de bersiva pêwîst dan.
Derheqê lidarxistina kongreya neteweyî de Elo got: “Pêwîste gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di çarçoveya kongreyekî neteweyî de hêz û vîna xwe bikin yek.” Elo wiha dewam kir; “ Di vê rewşa awarte de pêwîste gel, partî û rêxistinên Kurdan yekîtiya xwe ava bikin û bibin xwedî yek helwest. Ancax ev jî bi tevlîbûna nava xebatên KNK yên yekîtiya neteweyî pêk were.”
LÎSTOK AŞKERE BÛN
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî “PDKS” Remzî Şêx Mûs jî diyar kir ku lidarxistina kongreya neteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mala Kurd esas e û ev nirxandin kir; “Ji ber vê yekê em naxwazin ev cîvîna li Silêmaniyê dê pêk were mîna yên berê be. Em êdî li benda ti aliyan namînin. Em ê civîna xwe lidar bixin û ji bona yekîtiyeke saxlem a Kurdan çi pêwîst dike em ê bikin. Kesên ta niha di paş perdeyan de vê gava neteweyî asteng dikin û lîstokên qirêj dikin, êdî aşkere bûne. Meşa ku li Efrînê hatiye lidarxistin aliyekî wê bersiva van kesên kurtêlxwar bû. Efrîna dorpêçkirî bang li partî û rêxistinên siyasî yên tevahî Kurdistanê kir ku li dora yek maseyê bicivin û yekîtiya xwe ava bikin.”
LI BAKURÊ SÛRIYÊ YEKÎTÎ AVA BUYE
Hevrêzê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî Ehmed Erac diyar kir ku li bakurê Sûriyê yekîtiyeke gelan avabuye û wê ti êrîş nikarin vê yekîtiyê têk bibin û ev tişt anî ziman; “Ti hêzek wê nikaribe Bakurê Sûriyê dagir bike. Ji bo têkbirina vê yekîtiya gelan a Bakurê sûriyê dewleta Tirk û çeteyên wê ketine nava hewla dagirkirina axa Bakurê Sûriyê. Mereqa wan binxistina vê yekîtiya gelan e. Tirkiyê bi riya fitne û fesadan hewl dide gelên herêmê berde hev. Bi riya wê jî demografiya herêmê li gorî xwe dîzayîn bike û dagirkeriyeke çandî û fîzîkî li herêmê li ser esasê tunekirina gelan pêk bîne. Lê gelên Şehba û Efrînê di meşa xwe ya mezin de hemû riyên Tirkiyê girtin. Ji Tirkiyê re gotin ku; tu nikarî vîna me ya hevbeş têk bibî. Her wiha Ehmed Erac di dawiyê de bang li partî û rêxistinên Kurdan kir ku yekîtiya xwe ava bikin.
EM HEMÛ YPG
Û YPJ NE
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê “YEKÎTΔ Reşîd Şeban derbarê lidarxistina kongeraya neteweyî de anî ziman ku hestiyariya rewşê ferz dike ku her partiyeke Kurdî bibe xwedî rol û misyoneke neteweyî. Şeban wiha axivî; “Êrîş li ser Kurdan e ne li ser partiyan e. Di heyameke wisa de serxistina xebatên kongreya neteweyî wê ji Kurdan û dostên wan re bibe cihê rêzgirtinê.
Derbarê helwesta ENKS ya ne beşdarbûna komxebatên Silêmaniyê de Şeban got: “Li gorî van şert û mercan lazime hemû partî û rêxistinên Kurdan tevlê bibin, Lê ev nayê wê wateyê ku ji bo hinek partiyên beşdar nabin kongre bê paşguhkirin.”
Derbarê encamên meşa mezin a Efrînê peyama ku meşê da Şeban got: “Şêniyên Efrînê xwedî prensîb û proje ne. Ti carî stûxwariyê napejirînin. Îro li Efrînê hemû gelên Sûriyê dijîn. Dewleta Tirkiyê dixwaze bi herî awayî vê şoreşa gelê Kurd ku bûye hêviya gelên Sûriyê ji nav bibe. Gelê Efrînê di 5 Tîrmehê de bi meşa mezin bersiva pêwîst da êrîşan. Em weke partî xwedî biryara berxwedanê ne. Eger hat û dewleta Tirkiyê ehmaqiyek kir, wê her kesek ji me li mal û gundên xwe bibe YPG û YPJ.”

Idrîs HENAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*