Bi perwerdeyan pirsgirêk kêm bûne

0
40

Asayîşa Jin ya Rojava di warê pêkanîna aramiya jiyana civakê de bi roleke mezin radibe û li hemû bajar û bajarokên rojava navendên xwe vekirine.
Endamê Rêveberiya Asayişa Jin a giştî Nalîn Kozî li ser xebat û rola asayîşa jinê anî ziman ku li hin bajarokên piçûk yên bakurê Sûriyê jî ew amadekariyên vekirina navendan dikin.
Endama Rêveberiya Asayîşa Jın a Giştî derbarê xebat û rewşa asayîşê de diyar kir ku ew ew wek Navenda Asayîşa Jinê, taybet ser rewşên û pisgirêkên jinan radiwestin û wiha axivî: “Rewşên ku têne ji mere bi rengekî giştî ne. Di encama perwerdeyên ku tên dayîn de kêmasî û pirsgirêk kêmtir bûne. Derbarê jinan de gelek doz û pirsgirêk tên cem me. Lê li gorî berê asta van pirsgirêkan kêm buye. Em li ser pirsgirêkên ku tên ber destê me demek kurt de lêkolîn dikin û hewaleyî dadgehê dikin.”
Nalîn Kozî li ser rol û xebat û rêxistinkirina Asayîşa Jin diyar kir ku li hemû deverên Rojava navendên wan hatine vekirin û ew ê li deverên bakurê Sûriyê wiha dewam kir: “li hemû bajarên mezin navenda asayîşa jinê hatiye vekirin. Lê li bajarokên biçûk jî yên weke Memrûka, Şedadê, Hol, Til Hemis, Zihêriyê, Koçeratan û Til Koçer jî navendên girêdayî jinê hatine vekirin û dest bi xebatên xwe kirine.
Nalîn bibîr xist ku girtîgehên navendî jî li çend deverên navendî hatine avakirin û ev girtîgeh girêdayî Desteya Dadê ne.

Melek DEMÎRTAŞ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*