Jin di pêşengtiya pêngavê de cihekî girîng digirin

0
41

Ji fermandarên Xezeba Firatê ya Pêngava Rizgarkirina Reqayê Klara Reqayî bal kişand li ser girîngiya pêngavê û diyar kir ku wê pêngav bibe destpêka avakirina civakeke azad û demokratîk. Klara li ser rola jinan ya di pêngavê de got; “YPJ bi têkoşîna xwe li dijî DAIŞ’ê hêz û moraleke mezin dide hemû jinên cîhanê û rojhilatanavîn.”

Ji fermandarên pêngava rizgarkirina Reqayê Clara Reqa diyar kir, ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û demokratîk ev pêngav destpêk e.
Ji fermandarên jin ên pêngava rizgarkirina Reqayê Clara Reqa, ku ji Reqayê ye, behsa rola jinan a di rizgarkirinê de kir.
Klara despêkê bal kişand li ser girîngiya stratejîk a Reqayê û got; “Reqa bajarekî stratejîk e ku li qiraxa çemê Firatê ye. Ez li vî bajarî ji dayî bûme. Piraniya bajar ji Ereban pêk tê, lê belê Kurd, Tirkmen û Suryanî jî hene. Ya rast, mozaîka gelan e.”
Klara diyar kir ku şerê li Reqayê şerekî zehmet e û wiha axivî; “Cîhan pêngava li vir girîng dibîne. Bawer nedikirin ku QSD karibin bikeve nava Reqayê. Lê belê QSD kete nava Reqayê. Kedeke mezin da, berdêlên giran da, hîn jî dide û em niha ketine nava gelek tax û cihên stratejîk ên Reqayê. Bêguman ev girîng e. Bi taybetî cihgirtina di nava vî şerî de weke jinekê, pêşengiya ji vî şerî re hêsan nîne. Xwedî wateyeke mezin e.”
Li ser bandora ku YPJ’ê li jinên Ereb kiriye Klara wiha berdewam kir; “Li Reqayê hin jinên Ereb bi xurtî li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dan. Jina Ereb Henna yek ji van e. Tevî ku çar zarokên wê li pêş çavên wê hatin kuştin, serî li ber DAIŞ’ê netewand û tawîz ji vîna xwe neda. DAIŞ û zîhniyeta wan, li pêşberî berxwedana Henna ji xwe têk çûn. Sekna Henna, îspata têgihiştina azad a jinê ye. Bêguman têkoşîna bi salan a YPJ’ê ya li Rojava û Sûriyê hêz, moral û hêvî da hemû jinên li Sûriyê û gelemperiya Rojhilata Navîn.”
Klara bal kişand li ser rola jinan ya di pêşengiya YPJ’ê a di pêngavê de ev tişt got; “
Em YPJ bûn xwedî tecrûbeyên gelekî mezin. Gelek berdêl hatin dayîn. Van hemû zor û zehmetiyan bi xwe re tecrûbeyek jî anî. Ji aliyê taktîkî ve mejiyê şer hate avakirin. Di şexsê jinê de, ku hîn bêhtir li gel difikire û nirxên gel diparêze, ev yek derket pêş. Jinê mîsyona xwe ya dîrokî nas kir, bi vê têgihiştinê vîn û tecrûbeyeke xurt a şer derxist holê. YPJ’ê bi rengekî çalak cihê xwe di nava hemû şer û pêngavên li Rojava de girt. YPJ’ê hem ji aliyê tevlîbûna li nava şer, hem jî di warê fermandariya şer de xwe ispat kir.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*