Bi awazan rastî derxistine holê

0
43

Koma Cûdî ya ku ji sala 1986’an û vir de bi awayekî fermî awaz û stranên xwe pêşkêş dike, ji despêkirina têkoşîna azadiyê ya li rojava û heta şoreşa Rojava di warê hunerî de tesîreke girîng kir û  bi roleke mezin rabû.

Koma Cûdî a stranan di sala 1984’an de lê bajarê Dêrikê hat avakirin. Bi hunera xwe şoreşgerî di pêşxistina têkoşîna azadiya Kurdistanê ya li rojava de roleke girîng da ser milê xwe. Bi stran û awazên xwe fikr û armanca têkoşîna azadiyê di nava gel de belav kir. Di sala 1986’an de bi awayekî fermî komê dest bi xebatên xwe kir.
Li ser navê çiyayê azad
Ji ber ku Dêrik nêzî herêma Botanê ango çiyayê Cûdî ye navê komê jî weke Cûdî hat lêkirin.
Pirraniya stranên koma Cûdî li ser tekoşîna azadiya Kurdistanê bûn û strana wê ya herî navdar ya “Ava mezin” e. Komê heta niha neh kaset derxistiye û endamên komê yên despêkê yên bi navê Dijwar, Hewar û Zozan jî di nava refên tevgera azadiya Kurdistanê de şehîd bûne.
Roleke mezin di
şoreşê de lîst
Bi despêkirina şoreşa rojava koma Cûdî bi roleke pir mezin rabû û gelek stranên li ser şoreşê çêkirin. Pirraniya wan stranan jî li ser YPG’ê, YPJ’ê, Asayîş û şehîdan bûn. Her wiha li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gelek stran amadekirine. Bi stranên xwe yên şoreşgerî her tim piştgiriyeke mezin dane şoreşa bakurê Kurdistanê.
Di hemû qadan
de cih digrin
Niha jî Koma Cûdî bi stran û awazên xwe beşdarî hemû şahiyên girêdayî xebatên şoreşê dibe.
Her wiha yek ji xebatên Koma Cûdî yên girîng jî perwerdekirina nifşên nû ye. Di perwerdekirina zarokan de çand û mûzîka kurdî bi wan didin naskirin û zarokan li ser perwerde dikin. Niha jî li gundên Dêrikê û kampên penaberan yên mîna kampa Newroz û kampa Roj perwerdeyê didin ciwan û zarokan.

Rîhan UMER

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*