Dema statuya şoreşê ye

0
48

6 sal beriya vê çirûska şoreşa Rojava li Kobanê pêket. Biryar, helwest û ruhê serhildanê weke silsileyekê li Rojava pêk hat. Piştre careke din li Kobanê bi şikandina îradeya çeteyên faşîst DAÎŞ’ê dîrok hat nivîsand. Ji ber vê berxwedana dîrokî ji tevahiya cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin
19’ê Tîrmehê destpêka şoreşa Rojava bû. Di roja îro de li tevahiya bakurê Sûriyê şoreş pêk hatiye. Şoreşa Rojava ku bi xwe çiqasî dîrokî bû, rêxistinkirin û mayîndebûna şoreşê hîn jî dîrokî ye. Di van 6 salan de gelê kurd, ereb xiristiyan bi hev re li hemberî her cureyên êrîşan li ber xwe dan û her wiha hîn jî ji bo rêxistinkirin û mayîndebûna şoreşê têdikoşin. Rexmî hêmû êrîşên dewleta dagirker a Tirkiyê, ambargoya PDK’ê, helwestên rejîmê û şerê bênavber yê li dijî DAÎŞ’ê tê dayîn ne tiştekî hêsan e û di vê pêvajoyê de gavên dîrokî hatin avêtin.
Di roja îro de parastina şoreşê girîng e û beriya her tiştî tê. Hem di milê eskerî de hem di milê civakî de di astê herî bilind de hertim amadekarî pêwîst e. Hîn jî rastiya gelê şerker esas e. Li gel vê, yek ji hedefa pêşîn jî li qada navneteweyî statuya bakurê Sûriyê û şoreşa Rojava bide qebûlkirine. Ya din jî rêxistinkirin û avakirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Rêxistinkirin û avakirina federasyonê di heman demê de deriyê guhertinê li Sûriyê vedike û ew jî Sûriya demokratîk a federal e.
Diyar e ku şoreş hîn jî berdewam e. Hedef pirtir mezin bûne, hewldan û têkoşîna bê dayîn jî pêwîst e hîn jî mezin be. Piştî rizgarkirina Reqayê xuya dike ku ew ê li Sûriyê kevir li şûna xwe rûnên. Wateya vê jî ew ê hîn zêdetir têkoşîna siyasî û muzakere ew ê bikeve rojevê û zêde derkeve pêş. Encamên ku ji milê eskerî ve hatine girtin, ji bo di milê siyasî û muzakereyan de bê temsîlkirin israrkirina di Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê de xebata herî sereke û herî muhîm e. Gelê kurd, ereb û xiristiyan di van salan de îspat kirin ku li ser paradîgmaya neteweya demokratîk dikarin bi hev re jiyaneke azad bi rêxistin bikin û di nava sîstemeke demokratîk de bijîn. Di van 6 salan de tecrûbeyek herî zor û zehmet çêbû û li hemberî dagirkerî û çeteyên faşîst DAÎŞ’ê, xwîna van hemû civakan bi hev re herîkî û tevlihev bûye. Ev yek ji bo bakurê Sûriyê temîneta herî mezin e û li ser perspektîfa neteweya demokratîk ew ê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê bê rêxistinkirin.
Ji vir û şûnde êdî li ser hemû şaxên civaka demokratîk weke aborî, perwerde, tenduristî her wiha bi temamî divê sîstem xwe bide rûniştandin. Weke ku di hemû dîroka şoreşên cîhanê de hatiye dîtin pêvajoyên borandinê ne hêsan e û yên herî zehmet e. Ji bo şoreşa Rojava jî ev rastiyek bû. Lê mirov êdî vê pêvajoya borandinê temam bike. Şoreşa ku di milê eskerî, siyasî de pêk hatiye di milê civakî û hemû şaxên civaka demokratîk bên rêxistinkirirn û temamkirin. Di vê salvegera destpêka şoreşê de em erk û hedefên xwe wisa bigirin dest û hemû lêhûrbûna me li ser şoreşê be.

Hasan KARASÛNGÛR

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*