Îbrahîm Biro dîsa li Cerablûsê li cem çeteyan çi dike?

0
40

Serokê ENKSʹa bi ser PDK ya başûr Îbrahîm Biro li bajarê Cerablusê bi komên çete yên ên girêdayî dewleta Tirk re civiya.
Çavkaniyên taybet ji bajarê Cerablusê agahî dan ANHA`yê û gotin ku Serokê ENKSʹa PDK ya başûr Îbrahîm Biro serdana bajarê Cerablusê kiriye û li wir bi komên çete yên girdayî dewleta Tirk re hevdîtin pêk anîne. Heman çavkanî destnîşan kir Biro çeteyên girêdayî Tirkiyê li dijî YPJ/YPG`ê QSD`ê sor dikirin.
Çavkaniyan agahî dan ku Biro di sînorê Tirkiyê re û di bi parastina leşkerên Tirk û çeteyan de derbasî bajarê Cerablusê bûye.
Derbare hevdîtinên Biro bi komên çete çavkaniyan agahî dan û gotin ku di civîna ku fermandarên artêşa Tirk jî amade bûn, Biro di axaftinên xwe yên ji komên çete re li dijî hêzên şoreşger ên li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin diaxivî û çete li dijî wan tehrîk dikirin.ʺ
Her wiha çavkaniyan raghandin ku Biro di civînê de hêzên YPJ/YPG û QSD`ê bi hêzên terorê pênasekirine û gotiye ku gelê Sûriyê wan qebûlnake.
Li gorî agahiyên çavkaniyan dane Biro di civînê de behsa êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrîn û herêmên Şehba kiriye û gotiye: ʺTirkiye dostê me ye û li herêmê li dijî YPJ/YPG`ê şer dike.ʺ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*