Piştgiriya bi Efrîn û Şehbayê re mezin dibe

0
37

Li dijî êrîş û hewldanên dagirkirina Efrînê û Şehbayê ya dewleta Tirk û çeteyên wê piştgiriya bi Efrînê û Şehbayê re jî zêde dibe. Bi hezaran şêniyên Girê Spî meşek girseyî li darxistin û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. 

Piştgiriya bi Efrîn û Şehbayê re her diçe mezin dibe. Bi hezaran şêniyên Girê Spî bi meşekê piştgirî dan berxwedana Efrîn û Şehbayê ya li dijî dagirkeriyê.
Bi hezaran gelê bajarê Girê Spî, bajarokê Silûkê, Hemam Turkmen, Eyn Îsa û gundên wê li çerxereya şaredariyê a bajarê Girê Spî li hev civiyan û meşek liarxistin. Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şehba û Efrînê hat şermezarkirin û piştgiriya bi bi Efrîn û Şehbayê re hat nîşandan.
Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Girê Spî, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Endamên Kongreya Star, TEV-DEM, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şervanên YPJ, YPG, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, HCP û nûnerên partiyên siyasî jî tevlî meşê bûn.
Di meşê de pankartên, “Êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Şehbayê armanca xwe astengkirina Hemleya Rizgarkirina Reqayê”, “Em berxwedana Çiyayê Kurmanc silav dikin” û ” “Na ji êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Efrînê” hatin rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrîn û Şehbayê bê navber hatin avêtin.
Meşa ku ji ber çerxereya şaredarî hatibû destpêkirin, li ber çerxereya El-Elem veghurî mîtîngê. Di mîtîngê de, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan EL-Ebid axivî û wiha got: ”Em dibêjin ku dewletaTirk a dagirker û çeteyên wê bi derewan dixwazin gelê Sûriyê bixapînin. Lê em weke gelê Rojava û Bakûrê Sûriyê bi hêzên xwe û netewa demokratîk bawer in”.
El-Ebid da zanîn ku tu ferq di navbera Kurd, Ereb û Xirstiyanan de tune ye, gelê Sûriyê hemû parastina xaka xwe dike.
Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Girê Spî Zelîxa Ebdî jî axivî û wiha got: “Em wek jinên Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen hatin vir ji bo ku nameyekê ji dewleta Tirkiyê û Hêzên cîhanê re bêjin ku, her tim em ê pişt berxwedana Efrînê bisekinin û wê Efrînê bi serbikeve wekî çawa Kobanê bi serket”..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*