Konferansa YCR’ê hat lidarxistin

0
32

Di bin dirûşmeya”Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”, Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kantona Kobanê Konferansa xwe ya duyemîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido lidar xistin. Piştî hilbijartina dîwanê, axaftina vekirinê, di konferansê de rapora salekê ya Yekîtiya Ciwanên Rojava li Kobanê, Girê Spî, Sirîn û Minbicê, hat xwendin.Piştî rapora sala ne, beşdarên konferansê li ser rapor û xebatên salekî nirxandinkirin.Di konferansê de bang li ciwanan hat kirin ku bi rola xwe ya berpirsyar rabin û li hember hemû êrîşan bibin bersiv.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*