Konferansa Odeya Bijîşkên Beyterî hate lidarxistin

0
35

Odeya Bijîşkên Beyterî ya Kantona Efrînê di bin durişmeya “Ber bi civakeke tenduristî baştir ve“ de, li salona xwaringeha Hawar a gundê Kefer Şîlê ya navenda Kantona Efrînê, yekemîn konferansa xwe lidar xist.
Hevserokatiya Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efînê Ancêla Reşo û Nûr Şebab , Serokê Komîteya Rêxistinî ya Meclîsa Tenduristiyê Neşet Zîbar, Endamê Rêveber ê Meclîsa TEV-DEM`ê Delîl Dîcle di konferansê de amade bûn.
Di konferansê de Delîl Dîcle derbarê rewşa siyasî û geşedanên li Bakurê Sûriyê bi taybet li Kantona Efrîn û Herêmên Şehbayê, axivî.
Hevserokê Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê Nûr Şebab jî axivî û lidarxistina yekemîn konferansa Odeya Bijîşkên Beyterê pîroz kir.
Beşdaran xebatên odeyê û xizmetên ji xwedîkarên sewalan re pêşkêş kirine, hatin nîqaşkirin.
Ji bo Meclîsa Odeya Bijîşkên Beyterê 4 kes hatin hilbijartin û Silêman Silêman weke serokê odeyê careke din hate hilbijartin..

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*