Dest bi pêngava nûkirina komînan hat kirin

0
36

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Navçeya Cindirisê ya Kantona Efrînê dest bi hemleya ji nû ve avakirina û pêşxistina xebatên Komînan kir. DI vê çarçoveyê de civîn ji komînên Şehîd Rojda û Komîna Şehîd Ferhad re hate lidarxistin. Di civînê de Hevserokên herdû komînan ji nû ve hatin hilbijartin.
Di civînê de bi sedan welatî amadebûn. Hevserokê Meclîsa Navçeya Cindirîsê Idrîs Weqas li ser rewşa Siyasî ya herêmê axivî û anî ziman ku hêzên derve êrîşî herêmê dikin da ku sîstema demokratîk a herêmê têk biçe.
Weqas di axaftina xwe de bal kişand ser rola berxwedana gelê Efrînê ya di bersivdayîna êrîşa û pîlanên dewleta Tirk de û got: ʺEm dibînin ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li ser sînorê Efrînê bi cih dike. Bi vê yekê jî dixwaze herêmê dagir. Lê şêniyên Efrînê di encama rêxistina xwe de berisva êrîşan didin û hemû pîlanan vala derdixin.ʺ
Paşê Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê yê navçeya Cindirîsê Fatma Hesen axivî û girîngiya komînan di rêxistinkirina civakê de bi lêv kir û got ku komîn bingeha herî jêr a rêxistinkirina civakê ye û divê hemû kes di sîstema komînê de cih bigre.ʺ
Piştî axafitnan rewşa komînan û xebatên hatine meşandin hatin nirxandin, rêxistina komînan hate nîqaşkirin, her wiha hevsrokên komînan hatin hilbijartin û komîteyên komînê jî ji nû ve hatin rêxistinkirin.
Meclîsa TEV-DEM`ê hemû Komînên li gundan, navçeyan û bajêr li Kantona Efrînê ji nû ve rêxistin dike..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*