Meclîsa sivîl a Tebqayê xebatên perwerdeyê birêxistin dike

0
33

Melcîsa Sivîl a Tebqayê ji bo rizgarkirina nifşên nû yê Tebqayê û gundên wê ji cehaletê xebatên perwerde birêxistin dike.
Meclîsa Sivîl a Tebqayê ji bo xebatên perwerdê birêxistin bike ji mamosteyên Tebqayê re civînek lidar xist.
Civîn li navenda Meclîsa Sivîl a Tebqayê ya li taxa El-Meqasim hat lidarxistin û 60 mamosteyên dibistanên Tebqayê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Hevserokên Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemê û Ehmed Şaban û her sê cîgirên wan tevlî civînê bûn.
Li bajarê Tebqayê 16 dibistan hene û hemû jî ji aliyê Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ ve hatine wêran kirin.
Endama Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asya El-Xerbî di civînê de axivî û ji mamosteyan re got ku kiryarên komên çeteyan bûn sedema ku zarok nexwînin û bi dare zorê li ser materyalên zarokan fêrî kuştine dikin, perwerde kirin.
Asya di nava gotinên xwe de anî ziman ku niha bi hezaran zarok û ciwan li Tebqa hene nizanin navê xwe binîvsînin û wiha pê de çû: ʺEv bû çend sal ji ber kiryarên komên çeteyan nikarîbûn bixwînin.ʺ
Di encama nîqaşa ku bi saetan dirêj kir beşdarvanan biryar girtin ku Komîteyeke xebatên perwerde li Tebqa û gundan birêxistin bikin. Her wiha 13 mamoste ji bo komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqayê hatin hilbijartin.
Hinek endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê wê tevlî dewreyên perwerdeyên li Kantona Cizîrê têne vekirin, bibin.
Komîteya ku hatî hilbijartin wê xwe bighîne hemû mamosteyên bajarê Tebqayê û gundewarên wê û dê dibistanên ku xirabûne çê bikin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*