Li Efrînê xebatên parastinê dewam dikin

0
42

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe amadekariyên êrîşan li ser sînorê Efrînê didomînin. Gelê Efrînê jî li hember hewldaneke dagirkirinê di nava seferberiyê de ye û xebatên xwe yên parastinê xurt dike.

Ji aliyekî de amadekariyê êrîşeke li ser Efrînê ya dewleta Tirk a dagirker didome û ji aliyê din de jî gel û saziyên Efrînê tedbîrên xwe yên pêşxistina parastinê bedewam dikin.
HPC′ê û endezyarên Kantona Efrînê li ser rewşa dawî ya herêmê û tedbîrên parastinê, nîqaş kirin û ji bo rewşên awarte xebatên xurtkirina parastinê dimeşînin.
HPC′ê li Kantona Efrînê bi beşdariya Fermandar û Endamên HPC′ê, civîneke awarte li dar xist. di civînê de Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Xebat Mihemed axivî, rewşa dawî ya herêmê nirxand û bal kişand ser rola HPC′ê di parastina Kantonê de.
Mihemed got ku dê YPG,YPJ,HPC li hember dagirkeriya Tirk, li ber xwe bidin.
Piştre beşdaran pêşînar kirin ku Hêzên HPC′ê di milê çek û alavên leşkerî de were xurtkirin û ji bo Endamên HPC′ê dewreyên perwerdeya leşkerî bêne vekirin, d ku li hember êrîşên li ser Kantonê amade bin.
Di heman çarçoveyê de endezyarên Kantona Efrînê jî civînek li dar xistin. Di vê civjînê de jî Endama Rêveberiya TEV-DEM′ê Roza Xelîl axivî û bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk a jinûve avakirina împaratoriya Osmanî û qirkirina gelê Kurd.
Roza di axaftina xwe de rewşa siyasî ya herêmê nirxand.
Roza anî ziman ku divê endezyar di rewşên awarte de beşdarî xebatên parastina welatê xwe bibin.
Di dawiyê de beşdaran nîqaş kirin û pêşîyar kirin ku dewreyên perwerdeya leşkerî ji bo endezyaran bêne vekirin da ku di parastinê de endezyar alîkariya şervanan bikin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*