Karê me yê pêşî ne çûna Esad e

0
40

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re got, êdî li Sûriyê helwesta wan guheriye û çûyîna Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esad ji bo wan ne karê pêşî ye.
Trump û Macron piştî hevdîtina li paytexta Fransa Parîsê di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyeke hevpar dan.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron destnîşan kir, nêrîna welatê wî û Amerîkayê di têkoşîna terorê de bi awayekî bêqisûr wekî hev e.
Trump jî pesnê Macron da û got, ‘Birêz Macron tu serokomarekî super î, lîderekî mezin î.’
Macron li ser guherîna helwesta Fransayê ya bo Sûriyê jî ragihand: “Vekişîna ji kar a Esad ji bo Fransayê bi qasî têkoşîna dijî terorê ne xwedî girîngî ye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*