Dê kurd di nivîsandina Destûra Bingehîn de cih bigirin

0
38

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Steffan de Mîstûra, têkildarî nivîsandina destûra bingehîn ya Sûriyê xwest ku kurdên li Sûriyê tev li pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn bibin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Steffan de Mîstûra, diyar ku divê mafê kurdan bi qanûnan bê parastin û wiha got: “Divê kurd tev li pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a Sûriyê bibin.”
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Steffan de Mîstûra, têkildarî nivîsandina qanûna bingehîn ya Sûriyê xwest ku kurdên li Sûriyê tev li pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn bibin. Mîstûra ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê RIA Novostî re axivî û eşkere kir ku nabe hebûna kurdan ji nedîtî ve bê û wiha axivî: “Pêwîst e kurdên li Sûriyê tev li pêvajoya nivîsandina Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyê bibin.”
Tê gotin ku rayedarên Neteweyên Yekbûyî di hefteyên dawî de li bajarê Lozanê ya Swîsreyê, bi hin “komên mûxalîf” ên Sûriyê re li ser Destûra Bingehîn a nû daxivin û nêrîna wan digirin. Rûsyayê, beriya niha di encama hevdîtinên Astanayê de ji bo Sûriyê pêşnûmeyeke Destûra Bingehîn pêşkêş kiribû û pêşniyar kiribû û gotina “Ereb” a di navê “Komara Ereb a Sûriyê” de ye bê derxistin û ji bo herêmên kurdan jî “Xweseriya Çandî” pêşniyar kiribû.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*